Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama “Roj a Aşûrê” belav kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema Roj a Aşûrê peyamekî belav kir û banga temamê terefên Iraqê kir ku yekîtiyê û diyalogê pêkbînin.
Barzanî, bi sedema Roj a Aşûre û nêzbûna bîranînên Erbaînê, behsa sekna an ku tewrê Hz. Îmam Huseyîn ya li Kerbelayê kir û got:
“Qerd û qiymetên ku Hz. Huseyîn, yên nûnertiya heqîqetê, sebrê û fîdakariyê, vateya mirovî, edalet, xweşbînî, banga aştiyê û banga wî ya dersên edebî ez car din bibîr tînim.”
Nêçîrvan Barzanî behsa girîngiya parastina yekîtiya navbera Iraqiyan kir û got ku temamê terefan di rêya diyalogê de pirsgirêkan çareser bikin û destekê bidin îstîqrara Iraqê.
Şîa, her sala bîranînên Erbainê dikin ku ji bo alema Îslamî xwediyê manewiyatekî girînge. Bi munasebeta 40em roja şehadeta Hz. Huseyîne û her sal ji bo bîranînê bi mîlyonan kes diçin bajarê Kerbelayê digihên hev.
Bîranîna îsal dikeve roja 5ê Temmûzê û ji bajarên cuda yên Iraqê, Îran û gelek welatên din bi deh hezarî kes bi peyatî diçin bajarê Kerbelayê, ew bajarê ku Hz. Huseyîn lê hatiye şehîdkirin.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




