Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend

Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend

PeyamaKurd – Hêza Hevkariya Reaksiyonê ya NATOyê û yên din wê cara yekem ji aliyê fermandariya hêzên deryayê ya Tirkiyê de, li Tirkiyê dê bê birêvebirin.

Wezareta bergiriya Tirkiyê ragihand ku wê Hêza Reaksiyonê ya NATOyê, fermandariya wezîfa Amfibi û fermandariya hêza derxistina bejayiyê wê cara yekem ji aliyê fermandariya hêzên deryayê yê Tirkiyê de bê meşandin û wezîfê ji Îspanyayê dewir sitendine. Wezaret di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Welatê me di sozên çarçova NATO de, di nava wan de Hêza Hevkariya Reaksiyonê, fermandariya wezîfa Hêza Amfibi û fermandariya Hêzên Derxistina bejayiyê, wê cara yekem ji aliyê Fermandariya Hêzên Deryayê de, ji bo birêve bibin di 4ê Temnmûz a 2025an de li baregeha CATF/CLF ya Îspanyayê dewir hat sitend.

Wê karên navborî heya 30yê Hezîran a 2026an, Tirkiye bimeşîne.”

Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.