Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê lîsteyên dawî yên namzetan eşkere kir

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Tirkiyê lîsteyên dawî yên namzetan eşkere kir

PeyamaKurd – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) li ser malpera xwe ya înternetê lîsteyên berendamên partiyan ên ji bo hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê de bên kirin eşkere kir.

Li gorî lîsteyê, ji bo namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê herî zêde wê namzed li wê parêzgehê bikevin pêşbaziyê. Li Stenbolê 22 ji wan partiyên siyasî û 27 jî serbixwe bi giştî 49 namzed wê bikevin pêşbirkê.

Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê 26 partiyên siyasî, 3 serbixwe, bi giştî 29 namzed, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê 23 partiyên siyasî, 5 serbixwe, 28 namzed, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê 19 partiyên siyasî, 5 serbixwe, bi giştî 24 namzed, ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji 21 partiyên siyasî bi giştî 27 namzed û 6 kesên serbixwe wê têbikoşin.

Ji bo Şaredariyên Bajarê Mezin ên Erzirom, Manîsa û Rihayê namzetên serbixwe nînin.

Ji AK Partiyê (Partiya Dad û Geşepêdanê) tenê Cevher Benek li bajaroka Hîlal a navçeya Qilaban a Şirnexê bû namzet.

Li bajaroka Hîlal a navçeya Qilaban a Şirnexê û bajaroka Akîncilar a navçeya Kahtaya Adiyamanê ji AK Partiyê tenê yek namzet heye. Ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê ya bajarokê Golklî yê navçeya Almûş a Tokatê tenê CHPê (Partiya Komarî ya Gel) namzet heye.

Ev nivîs 198292 car hatiye xwendin.