Netanyahu: “Çîn û Qatar dixwazin siyasiyen dorê li Îsraîlê bigrin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku çapemeniya Rojava ya di bin bandora Qatar û Çînê de ne, di ser platformên medyayê de li hemberê Îsraîlê xebatên dorpêçên ser Îsraîlê dimeşînin. Netenyahû got ku ev xebat ji aliyê hêzên ku Îranê destek dikin de tên kirin.
Netenyahu got ku rêvebiriya Tel Avivê dorpêçekî leşkerî berteref kiriye û niha bi xebatên ku ji aliyê dorpêçekî ku ji aliyê çend dewletan de tên kirin de rû bi rû ye.
Netenyahu axaftina xwe li Qudsa Rojava di civîna 250 siyasetmedarên ku eyaletên Amerîkayêçûn Îsraîlê de kir û got ku Çîn û Qatar kirine hedef ku bandora xwe deynin ser çapemeniya Rojava û bandora hevkarên Îsraîlê ji ser wê çapemeniyê rakin.
Heyeta navborî ya herî qelebalixe ku heya niha ji Amerîkayê seredana Îsrailê kir. Netenyahu di axaftina xwe de got ku qedrê zêde dide desteka wan lê hinek dixwazin ku destekê qels bikin. Netenyahu got:
“Xebata dorpêça Îsraîlê ji aliyê heman hêzên ku destekê didin Îranê de, têkirin. Dezgeya ku ji aliyê çend welatan de têkirin, ji bo xerakirina dezgeya wan divê em çend tiştan bikin. Yek ji wan welatan Qatare û ya din Çîn e. Di ser medya Rojava û DYA de êrîşê Îsraîlê dikin. Divê em li hemberê wan derên lê bi ûsûl, rê û rêbaza xwe.”
Piştî axaftina civînê, Netenyahu ji bo kanala i24Newsê weha got:
“Heya niha bi serpereştiya Qatarê hinek dezge û welat dixwazin Îsraîlê dorpêç bikin. Bi miqdarekî zêde perê ku Qatarê û Çînê didin çapemeniyê, an ku dorpêça di rêya çapemeniyê de dikin, heye. Em dixebitin ku wê ablûkayê rakin.”
Ev nivîs 67 car hatiye xwendin.




