Ukrayna: 59 balafirên bêmirov ên Rûsyayê hatin xistin

PeyamaKurd- Artêşa Ukraynayê ragihand ku hêzên wan 59 balafirên bêmirov ên Rûsyayê xistine xwarê.
Artêşa Ukraynayê eşkere kir, sîstemên wan ên parastinê ji 84 balafirên bêmirov ên Rûsyayê yên di êrîşa doh bi şev de hatibûn bikaranîn, 59 heb xistine xwarê.
Hêjayî gotinê ye, Rûsyayê çend roj berê bi 361 balafirên bêmirov êrîşî dijî parzûngeha petrolê ya Kirişî ya li bakurê rojavayê Rûsyayê kiribû û di encama wê êrîşê de bêyî zirarên canî çêbin, parzûngeh şewitîbû.
Li aliyê din Rêxistina Çavdêriya Çekên Komî di rapora xwe ya salane de eşkere kir ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên li dijî Ukraynayê yên ji sala 2022yan ve zêdetirî hezar û 200 sivîl bi çekên komî hatine kuştin û birîndarkirin.
Rêxistinê hişyarî da ku îhtîmal e hejmara qurbaniyan gelekî zêdetir be.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




