NY: Ji sedî 84 saziyên tenduristiyê yên li Xezzeyê ji êrîşan bandor bûne

NY: Ji sedî 84 saziyên tenduristiyê yên li Xezzeyê ji êrîşan bandor bûne

PeyamaKurd – Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji sedî 84ê tesîsên tenduristiyê yên li Xezzeyê ji êrîşan zirar dîtine.

UNRWAyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê dîmenên nû yên wêraniya ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Xezzeyê pêk hatin parve kir û got, "Ji sedî 84ê tesîsên tenduristiyê ji êrîşan bandor bûne."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "wêneyên şokedar li bajarê Xezzeyê, di nav de navenda me ya tenduristiyê, wêraniyeke ku nayê xeyalkirin nîşan didin. Ji sedî 70ê binesaziya sivîlan, ku mal, nexweşxane û dibistan jî di nav de ne, wêran bûne yan jî zirareke mezin dîtine. Ji sedî 84 saziyên tenduristiyê ji êrîşan bandor bûne. Ti der ne ewle ye."

 
Ev nivîs 210685 car hatiye xwendin.