Li Pakistane ji ber barana Mûsonê 104 kes mirin

Li Pakistane ji ber barana Mûsonê 104 kes mirin

PeyamaKurd – Li Pakistanê barana Mûsonê gelek zêde dibare û di encamê de lehî radibe û di bobelatê de heya niha 104 kes mirin û 200 kes birîndar bûn. Rayedar dibêjin ku di rojên pêşde dibe ku Mûson zêde bibin û bila xelk li gor wê tedbîrên xwe bistînin.

Rêvebiriya Afatan ya Pakistanê daxwuyanî da û got ku li eyaletên Hayber Pahtunhva, Pencap a Rojhilat, Sind û Belucistanê bandora Mûsonan dewam dike.

Her sal li Pakistanê di navbera meha Temmûzê û Eylûlê de baranên Mûsonê dibin sedema bi sedan kesan ku bimrin an birîndar bibin.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.