Erdoğan, bi Trump re li ser şerê Îran û Îsraîlê axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokê DYAyê Donald Trump re axifî. Di axaftinê de behsa rawestandina şerê navbera Îran û Îsraîlê hat kirin.
Di axaftinê de şerê navbera Îran û Îsraîlê, pirsgirêkên herêmê û yên kureyî mijarên wan bûn. Erdoğan ragihandiye ku bûyerên navbera Îran-Îsraîlê dişopîne, Tirkiye muzakereyan tekane rê dibîne.
Erdoğan gotiye ku dewama muzakereyan tekane rêye û divê dewam bikin. Erdoğan bo Trump gotiye ji bo bûyerekî di derveyê kontrolê de çênebe û ji bo ber lê bigrin, amadeye ku ji destê Tirkiyê çi were bike.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




