Serfermandarê Giştî yê Îranê yê nû hat destnîşankirin

PeyamaKurd – Piştî kuştina Fermandarê Giştî yê Îranê di êrîşên Îsraîlê de, General Emîr Xatemî wekî Fermandarê Giştî yê Îranê hate tayînkirin.
Elî Xameneyî, General Emîr Xatemî wek Fermandarê Giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tayîn kir.
Emîr Xatemî di navbera salên 2013 û 2021m de wek Wezîrê Parastinê kar kir.
Ayetullah Xameneyî di fermana fermî de diyar kir ku bingeha tayînkirina Xatemî "fedakarî, jêhatîbûn û ezmûna" wî ye.
Di fermanê de weha hat gotin:
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin."Li gorî hewza personelên jêhatî û dilsoz ên artêşê û ezmûna ku di dema Parastina Pîroz û piştî wê de hatiye bidestxistin, bendewarî ew e ku di bin fermandariya we de, hewldanên ji bo zêdekirina amadekariya şer, xurtkirina bingehên exlaqî û îdeolojîk, baştirkirina refaha personel û zêdekirina hevkariya bi şaxên din ên Hêzên Çekdar re zûtir bibin."





