Îran mudaxeleyê keştiya şer ya li Kendava Basrayê kir

PeyamaKurd – Hêzên deryayê yên Îranê mudaxeleyê keştiya şer ya Îngîltere ya ku ber bi Kendava Basrayê de diçû, kir. Esas keştiya Îngîltere xwest ku here Kendava Basrayê lê îran nehişt.
Hat gotin ku keştiya Îngîltere xwestiye fuzeyên Îsraîliyan yên ku dê bavêtina axa Îranê, bo ji wan re bibe alîkar diçû Kendavê. Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; destroyera Îngîlîz ji bo bibe desteka Îsraîlê diçû Kendavê.
Fermandariya yekem ya hêzên deryayî ya Îranê ragihandiye ku destroyer do bi şev ji aliyê îstîxbarata Îranê de hatiye tesbîtkirin û bê ku ber bi Kendava Basra de here, ji aliyê balafirên şer yên Îranê de hatiye hişyarkirin.
Piştî balafirên şer yên Îranê wê şopandine, di derya Ummanê de berê xwe guhertiye.
Ev nivîs 110 car hatiye xwendin.




