Brîtanya, alavên leşkerî û balafirên îlawe dişîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer bi sedema li Rojhilata Navîn şer zêde dibe û endîşeya firehbûna şer heye, wê alavên leşkerî yên îlawe û balafirên Typhoon û Raf yên şer bişîne Rojhilata Navîn.
Starmer ragihand ku şandina alav û balafiran bo sitendina tedbîra ye.
Keir Starmer, di wexta di balafirê de diçû Kanadayê bo tevlî zîrwa G7an bibe, bersiva pirsên rojnamevanan da. Starmer got ku ji bo ewlehiya herêmê destek bike wê alavan bişîne û ji ber şerê li hemberê DEAŞê ji xwe hêzên wan li herêmê hene.
Li ser pirsa wê Brîtanya destekê bide Îsraîlê an nede, bersivê neda lê weha got:
“Ev biryarên operasyonelin û rewş niha dewam dike û pêşde diçe. Lewra ez ê nekevin hûrahiya mijarê. Em ûnsûrên leşkerî sewq dikin. Ji xwe balafirên şer di nava wan de, me dest bi sewqiyatê kiribû. Ev jî ji bo îhtîmalaye. Ev pêvajo niha dewam dike. Dema em bigihên civîna G7an, wê danûsitendinên me zêde bibin.”
Starmer berya here Kanadayê, di rêya telefonê de bi prensê Sa’udi Arabistanê weliaht Muhammed bin Selman re axifî. Piştî Selman bi serokwezîrê Almanya Friedrich Merz, bi Benyamîn Netenyahu û Trump re axifî. Starmer weha dewam kir:
Li ser bernama nuklerî ya Îranê demekî dirêje endîşa me heye. Em mafê rewa yê xweparastina Îsraîlê nasdikin. Lê divê rewş zêde aloz nebe. Ez aşkera dibêjim. Li herêmê talûka şerekî firehtir heye. Em bandora vê rewşê li ser aboriyê û bihayên petrolê ji niha de dibînin.”
Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.




