Lihevkirin çêbû: Welatiyên li Tirkiyê asê mane dikarin vegerin Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê, ji bo vegera welatiyên ku ji ber girtina qada asmanî li derveyî welat asê mane, li ser vîzeya transîtê bi Tirkiyeyê re gihîştin rêkeftinê û ew kesên asê mane, dikarin bi rêya balafirgehên Stenbolê û ji wir jî bi rêya bejayî vegerin Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Piştî şer û êrîşên Îsraîl-Îranê qada asmanî ya Iraqê hatibû girtin û seferên ji derve jî rawestiyabûn. Li ser asêmayîna hinek welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku ji Tirkiye û Ewropayê vedigeriyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya mekanîzmayeke hevaheng de, ji bo hêsankirina vegera welatiyan hejmarek tedbîrên nû wergirtine.
Li gorî daxuyaniya hevbeş a Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Fermangeha Pêwendiyên Derve, welatiyên xwedî pasaporta Iraqê yên ku ji ber krîzê li Balafirgeha Stenbolê an jî Balafirgeha Navneteweyê ya Sabiha Gokçenê disekinin, dikarin bêyî wergirtina vîzeya pêşwext vegerin.
Ji bo pêwendiyê jî hejmarên WhatsAppê hatin belavkirin
Yekîneya Hevahengiyê bangî welatiyên ku li her balafirgeheke herêmê asê mane kir ku ji bo agahdarkirina li ser rewşa xwe, bi rêya van hejmarên WhatsAppê yên jêrîn bi navenda hevahengiya krîzê re bikevin pêwendiyê:
07508035680
07508035681
Her wiha hate diyarkirin ku tîmên Wezareta Karên Navxwe û Fermangeha Pêwendiyên Derve li deriyên sînorî yên Îbrahîm Xelîl û Hacî Omeran amadekariyên xwe bi dawî kirine û amade ne alîkariya wan rêwiyên ku dê bi rêya bejayî vegerin bikin.
Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.




