Sekreterê Hizbullahê: Em ê teslîm nebin

Sekreterê Hizbullahê: Em ê teslîm nebin

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê ya ku Îran piştgiriyê dide wê, Şêx Neîm Qasim, bi boneya meha Muherremê û merasîmên şînê yên Îmam Huseyîn (s) gotarek pêşkêş kir.

Naîm Qasim ji  bo kesên ku dixwestin berxwedêr çekên xwe deynin axivî û got, "Herin û ji êrîşkaran bixwazin bila ew çekên xwe deynin, ne ji parêzvanên vê axê."

Rêberê Hizbullahê wiha dewam kir:

"Ma mentiqî ye ku meriv qet êrîşa dijmin şermezar neke, lê bi berdewamî êrîşî gelê xwe bike û bêje 'divê hûn pêşî çekên xwe deynin'? Ger hin amade ne ku teslîm bibin, ev hilbijartina wan e. Lê em ê teslîm nebin; dirûşma me 'Heyhat mennezzilleh' (Şerm ji me dûr e) ye."

Şêx Naîm Qasim diyar kir ku çavkaniya dagirkeriyê eşkere ye û got, "Îro dagirker Îsraîl e û divê ji axa me derkeve. Tekane rêya têkoşîna li dijî vê dagirkeriyê berxwedan e."

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê got, "Ji bo parastina welat, kes ne hewceyî destûrê ye. Ger kesek îdia bike ku alternatîfek rastîn ji bo vê parastinê pêşkêş dike, em amade ne ku li ser hemî hûrguliyan bi wî re biaxivin."

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.