Serokê Hizbullahê gef li Îsraîlê xwar: Emê xwînê birijînin!

PeyamaKurd – Serokê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrelleh, li ser êrîşa Îsraîlê ya bi ser maleke berpirsekî Hizbullahê ya li bajarê Nebatiyê de, gefa tola xwînê li Îsraîlê xwar.
Nesrellah di bernameya ‘Roja Şehîdan’ a li Beyrûdê hate sazkirin de, bi vîdyo konferansê axaftinek kir.
Nesrellah li ser êrîşa dronî ya Îsraîlê ku berpirsekî Hizbullahê jî tê de 10 kes hatibûn kuştin got ku Îsraîlê li Nebatiyê bi qest sivîl hedef girtine daku hevkariya wan a ligel Xezzeyê bişkîne.
Nesrellah got ku ew dê li eniyên şer bi Îsraîlê re rûbirû bibin û destnîşan kir, "Emê tolo xwîna sivîlan, ne bi lêdana mewziyan bi rijandina xwînê bistîne.”
Ev nivîs 210830 car hatiye xwendin.




