Li Duhokê projeya ‘Green House’ hate ragihandin

Li Duhokê projeya ‘Green House’ hate ragihandin

PeyamaKurd- Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter ragihand ku wan li Duhokê dest bi projeyeke mezin a çandiniyê ya bi navê "Green House" kiriye û got, ev proje dê berhemên cotkarên ji seranserê Herêma Kurdistanê werbigire û derfetên kar ji bo bi sedan kesan peyda bike.

Elî Teter îro 18ê Hezîranê di merasîma vekirina projeyê "Green House" de hûrgiliyên projeyê eşkere kir û diyar kir, "Green House" projeyeke stratejîk a mezin e, ku bi nirxê 60 milyar dînarên Iraqî li ser rûberê nêzîkî 570 hezar metre ducar hatiye avakirin.

Li gorî ragihadina Parêzgarê Duhokê, beşên girîng ên projeyê wiha ne:

- Hejmarek mezin ji xaniyên çandiniyê yên plastîkî

- Kargeheke qutîkirina meyweyan

- Embarên mezin û sarker (sardxane)

- Zeviyên çandina meyweyan û darên biber

- Rawestgeheke taybet ji bo kamyon û barhilgiran

- Avahiya rêveberiyê, cihê hewandinê û hola çalakiyan

- Beşên taybet bi karên elektrîk û mekanîkê

Elî Teter h destnîşan kir, di projeyê de dê her cure şînkatî (sebze) bê berhemanîn û da zanîn ku niha dest bi çandina darên zeytûnan hatiye kirin. Tê plankirin ku di qonaxa yekem de nêzîkî 200 hezar darên zeytûnan bên çandin da ku baştirîn cureyê zeyta zeytûnan were berhemanîn.

Herwiha Teter da zanîn, ev proje dê ji bo cotkarên tevahiya Herêma Kurdistanê bibe piştgiriyeke mezin û wiha pê de çû: "Di projeya 'Green House' de, em ê berhemên cotkaran ji hemû parêzgeh û bajarên Herêma Kurdistanê werbigirin. Bi vê yekê, em ê karibin di hemû werzên salê de her cure meywe pêşkêşî bazaran bikin."

Ev nivîs 95 car hatiye xwendin.