Îdia: Sîxurên Îsraîlê 3 sal in ku weke ajokarên kamyonan li Îranê dixebitîn

PeyamaKurd – Celal Mûsawî, Cîgirê Serokê Komeleya Ajokarên Kamyonan a Îranê, ji Ajansa Nûçeyan a Karkeran a Îranê (ILNA) re ragihand ku di nav ajokarên kamyonan de sîxurên Mossadê hene.
Wî got ku Mossadê ev yek ji demeke dirêj ve plan kiriye, hin sîxuran kamyon kirê kirine û hin jî wek ajokar tev li sektorê bûne, bêyî ku xwediyên kamyonan ji vê yekê haydar bin.
Mûsawî destnîşan kir ku çêdibeku danûstandinên pereyên mezin çêbûbin, lê xwediyên wesayîtan ji hebûna sîxuran ne agahdar bûn.
Li gorî van îdiayan, sîxurên Mossadê di 3 salên dawî de ketine nav ajokarên kamyonan ên Îranê û karîne kesên sade yên di sektora veguhastinê de çalak in ji bo armancên xwe bi kar bînin, bêyî agahdariya xwediyên kamyonan.
Ev îdia di çarçoveya pevçûnên îstixbaratî yên di navbera Îran û Îsraîlê de derdikevin, ku her du alî jî çalakiyên veşartî li dijî hev li ser axa Îranê pêk anîne.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.





