Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bicive: Geşedanên leşkerî di rojevê de ne

Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bicive: Geşedanên leşkerî di rojevê de ne

PeyamaKurd – Kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) îro, roja Çarşemê, 18.06.2025an civîna xwe ya asayî dê li dar dixe da ku mijarên sereke yên siyasî û îdarî nîqaş bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Medya û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê, civîn dê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bê lidarxistin.

Di civînê de, sê mijarên sereke yên rojevê dê werin gotûbêjkirin, wekî nirxandina pêşketinên dawî yên siyasî, leşkerî û ewlehiyê û bandorên wan a li ser Herêma Kurdistanê.

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.