Trump: Em ê peymanê bi 'welatekî mezin' re îmze bikin

Trump: Em ê peymanê bi 'welatekî mezin' re îmze bikin

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Trump got ku ew ê roja Pêncşemê bi "welatekî mezin û rêzdar" re peymanek bazirganiyê îmze bikin.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social ragihand ku ew ê roja Pêncşemê sibehê saet 10:00 bi dema herêmî civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Li gorî Bloombergê, Trump got, "Sibê saet 10:00an de li Ofîsa Oval bi nûnerên welatekî mezin û rêzdar re derbarê peymaneke girîng a bazirganiyê de civîneke çapemeniyê wê were lidarxistin. Ev wê yekem ji gelek peymanên din be."

Ji aliyekî din ve, di nûçeyên ku di medyaya Amerîkî de hatine nîşandan de, hate îdîakirin ku welatê ku behsa wê tê kirin Îngilîstan e.

 
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.