Trump: Parastina wê nema ye, divê Îran bê şert û merc teslîm bibe

Trump: Parastina wê nema ye, divê Îran bê şert û merc teslîm bibe

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Îranê daxuyaniyeke tund da û got, dema lihevkirina bi Îranê re derbas bûye û hişyarî da ku dibe Amerîka jî beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bibe.

Trump, diyar kir ku niha asmanê Îranê bê parastin e û ti şiyana wê nema ye.

Trump îro 18ê Hezîranê ji rojnamevanan re axivî û got: "Min ji Îranê re got ku dema lihevkirinê bi dawî bûye. Niha ti parastineke Îranê nemaye û tevahiya asmanê welatê wan ji aliyê hêzên me ve hatiye kontrolkirin."

Trump bal kişand ser îhtimala ku Amerîka bi awayekî rasterast tevlî şer bibe û da zanîn: "Dibe ku em beşdarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê bibin. Dibe ku hefteya bê hefteyeke rewş zelal bibe û belkî ji hefteyekê jî kêmtir dom bike."

Serokê Amerîkayê tekez kir, divê Îran nebe xwedî çekên atomî û destnîşan kir, ev çend sal in Îran gefan li Amerîkayê dixwe. Ji bo gelê Îranê jî got: "Gelê Îranê mirovên baş in û hejmareke mezin ji wan li Amerîkayê dijîn."

Herwiha Trump deriyek ji bo rawestandina şer vekirî hişt û got, "Divê Îran bê şert û merc xwe teslîm bike" û da zanîn, "hîn dem ji bo rawestandina şer heye."

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.