Xamaneyî: Şer dest pê kir

PeyamaKurd – Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî got ku şer dest pê kiriye û divê ew bi tundî li dijî Îsraîlê şer bikin.
Roja Çarşemê, 18ê Hezîrana 2025an, Elî Xameneyî li ser hesabê xwe yê fermî yê X derbarê nakokiyên bi Îsraîlê re postek parve kir.
Xamineyî diyar kir ku ew ê tawîzan nedin Îsraîlê û şer dest pê kiriye û got, "Divê em bi tundî li dijî Îsraîlê şer bikin."
Îranê îro sibê wekî beşek ji Operasyona Soza Rastîn 3 nêzîkî 30 moşek avêtin Îsraîlê.
Îman Tacik, Berdevka Operasyona Soza Rastîn 3, derengiya şevê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku operasyonên Muhafizên Şoreşê yên li dijî Îsraîlê wê bi awayekî berfireh û plankirî li ser eniyên cûrbecûr û bi qonaxan berdewam bikin.
Artêşa Îsraîlê Operasyona Rising Lion ragihand, ku êrîşeke ji nişka ve li ser tesîsên moşekî û nukleerî yên Îranê roja Înê 13ê Hezîrana 2025an dest pê dike.
Îranê jî wek bersivek li ser êrîşên Îsraîlê Operasyona Soza Rastîn 3 dest pê kir.





