Kabîneya Hikûmetê: Herêma Kurdistanê faktoreke giring a aştiyê ye

PeyamaKurd – Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî civînek li dar xist û daxuyaniyeke giring weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Herêma Kurdistanê dê ji bo tu welat an aliyî nebe gef, li dijî şer û alozîyê ye û piştgiriya aştiyê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de behsa pirsgirêka birrîna mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve kir û anî ziman:
"Me nameyek ji Dadgeha Federal re şandiye derbarê biryara neqanûnî ya Wezareta Darayî ya Iraqê de. Em hêvî dikin ku dadgeh biryareke adil bide da ku mafên destûrî yên gelê Kurd bên parastin."
Wî her weha tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên destûrî bi cih anîne û dixwaze mafên xwe yên darayî bi dest bixe.
Encûmena Wezîran helwêsta Herêma Kurdistanê ya neguherbar dubare kir, ku her tim li dijî şer û wêrankirinê ye û faktoreke girîng a aştî û aramiyê ye. Her weha, piştgirî da çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalog û danûstandinan, ji bo parastina ewlehî û aramiyê li Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmê.
Di civînê de, Wezîrê Karên Navxwe Rêber Ehmed pêşniyareke Wezareta Karên Navxweyî pêşkêş kir ku cezayên trafîkê ji 1ê Tîrmehê heta 31ê Kanûna Duyem a 2025an bi rêjeya %20 bên efûkirin. Ev pêşniyar ji aliyê Encûmena Wezîran ve bi yekdengî hate pejirandin.
Di beşa dawî ya civînê de, Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzencî û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm mijara tayînkirina mezûnên Koleja Tiba Giştî nîqaş kirin. Piştî gotûbêjan, Encûmena Wezîran biryara tayînkirina van mezûnan pejirand û Wezareta Tenduristiyê erkdar kir ku tevdîrên pêwîst werin wergirtin.
Her weha, wezaretên darayî, aborî û tenduristiyê û Civata Giştî hatin wezîfedarkirin ku gavên pêwîst ji bo cîbicîkirina vê biryarê biavêjin.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.





