Xameneyî: Em ê teslîm nebin

Xameneyî: Em ê teslîm nebin

PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya rejîma Îranê, Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî îro di axaftineke televîzyonî de daxuyaniyên girîng dan. Xameneyî pesnê helwesta gelê Îranê ya li hember êrîşa dawî ya Îsraîlê veda û got, "Îran dê vê êrîşê ji bîr neke û dê Îsraîlê ceza bike."

Xameneyî diyar kir ku gelê Îranê bi "aramî, wêrektî û di wextê xwe de" bersiv da êrîşa Îsraîlê û ev yek wekî nîşana xurtbûn û pêşketina miletê Îranê bi nav kir. Wî got:

"Miletê Îranê, çawa ku li dijî şerê ferzkirî li ber xwe da, wê bi heman biryardariyê li hember aştiya ferzkirî jî li ber xwe bide. Ev milet tu carî li ber zextan serî natewîne."

Hişyariya Tund ji bo Amerîkayê


Rêberê Îranê hişyariyeke tund da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û got: "Kesên ku dîroka Îranê û gelê wê nas dikin, divê bi zimanê gefan neaxivin. Amerîka divê bizanibe ku her desttêwerdaneke leşkerî dê zirarên bêveger pêk bîne." Xameneyî tekez kir ku Îran ne şerekî ferzkirî ne jî aştiyeke ferzkirî qebûl dike.

Xameneyî her weha got, "Gelê Îranê wê li hember her cure ferzkirinê li ber xwe bide û tu carî serî netewîne," û bal kişand ser biryardariya gelê Îranê ya li dijî zextên derve.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.