Reuters: Hêzên Amerîka ji 2 baregehên Rojavayê Kurdistanê vekişiyan

Reuters: Hêzên Amerîka ji 2 baregehên Rojavayê Kurdistanê vekişiyan

PeyamaKurd- Ajansa Reutersê bi zarê çavkaniyên xwe ragihand ku hêzên Amerîkayê ji baregehên Til Beyder û El-Wezîrê yên li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê vekişiyane.

Hêjayî gotinê ye, ji dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dest bi kar kiriye ve herî kêm 4 baregehên li Sûriyê yên leşkerên Amerîkayê hatine valakirin.

Rêvebiriya Trump beriya niha ragihandibû ku ew ê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyeyê, li wan beşên bakurêrojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, ji heşt baregehan daxînin baregehekê.

Rojnameya New York Timesê jî di meha Nîsanê de ragihandibû ku dibe di çarçoveya vê vekişînê de hejmara leşkerên Amerîkî ji 2 hezaran dakeve 500 leşkeran.

Ev nivîs 109 car hatiye xwendin.