Herêma Kurdistanê ber bi enerjiya paqij ve pêngavan diavêje

Dîroka Weşanê :
Herêma Kurdistanê ber bi enerjiya paqij ve pêngavan diavêje

PeyamaKurd – Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya pêngavên ber bi “enerjiya paqij” ve, pêşwazî li şirketeke Tirkiyê kir ku dixwaze di vî warî de veberhênanê bike.

Wezîrê Elektrîkê Kemal Mihemed Salih, li gel Serokê Şirketa Hasili, Selahedîn Yildiz civiya. Di civînê de pêşniyara şirketê ya ji bo avakirina santraleleke enerjiya rojê ya bi kapasîteya 25 MW hate gotûbêjkirin.

Wezîr Salih diyar kir ku ew amade ne hemû hêsankariyan bikin da ku veberhênana biyanî, nemaze di sektora “Clean Energy” de teşwîq bikin. Di vê çarçoveyê de daneyên pêwîst û rênîşanderên wezaretê radestî şirketê hatin kirin.

Hate ragihandin ku şirketa navborî li Tirkiyê xwedî ezmûneke berfireh e, heta niha 1,000 MW elektrîka rojê hilberandiye û ji bo 500 MWên din jî peyman îmze kiriye.