Dezgeha Barzanî alîkariyên lezgîn dighîne Qamişloyê; Ji bo Kobanî dîplomasiyeke xurt heye

Dîroka Weşanê :
Dezgeha Barzanî alîkariyên lezgîn dighîne Qamişloyê; Ji bo Kobanî dîplomasiyeke xurt heye

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed ragihand ku tevî berfa giran û astengiyên leşkerî, tîmên wan li Qamişloyê alîkarî gihandine zêdetirî 500 malbatên koçber. Ehmed destnîşan kir ku li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 100,000 lître sotemenî ber bi herêmê ve hatiye şandin da ku kêşeya germkirinê ya koçberan were çareser kirin.

Ehmed her wiha bal kişand ser rewşa krîtîk a bajarê Kobanî yê di bin dorpêçê de û eşkere kir ku Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo vekirina korîdoreke mirovî di nav hewildanên dîplomatîk de ne. BCF daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye ku navbeynkariyê bike daku derman û xwarin bigihêje Kobanî, ku niha elektrîk, av û înterneta wê hatiye qutkirin.