Fermandarê HSDyê Îdlibî: Rêkeftina 10ê Adarê hêj neketiye meriyetê

Dîroka Weşanê :
Fermandarê HSDyê Îdlibî: Rêkeftina 10ê Adarê hêj neketiye meriyetê

PeyamaKurd – Yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Omer Îdlibî ragihand ku danûstandinên li gel Şamê hêj encam nedane û “Rêkeftina 10ê Adarê” neketiye qonaxa meriyetê.

Îdlibî ji Rûdawê re got ku sîstema nenavendî ji bo Sûriyeyê “garantiya niştimanî” ye.

Îdlibî diyar kir ku Şamê bersiveke cidî nedaye û got:

Nexşerêyeke demkî tune ye, astengiya sereke nêrîna navendî ye.”

Li ser mijara biparvekirina desthilatê jî wî tekez kir ku armanca wan ne post û meqam in, lê “biparvekirina berpirsyariya niştimanî” ye û paşeroja Sûriyeyê tenê bi diyalogê tê diyarkirin.