PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê bi tundî wan gotgotkan red dike ên ku behsa dagirkirina erdê wê parzûngehê dikin û ragihand ku, ew erd bi pere ji xwediyên wan hatiye kirîn û ne hikûmetê daye wan û ne jî hatiye dagirkirin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 7ê Kanûnê di civîneke rojnamevanî de li ser bûyerên gundê Lacanê got: “Hejmareke kesatiyên siyasî ji hêz û aliyên siyasî li ser vê mijarê gelek derew kirin, îro em rastiyan berçav dikin.”
Omêd Xoşnaw got: "Mijara yekê ku hatiye tekezkirin û bi rengekê hatiye behskirin ku qaşo ew erdê Parzûngeha Lanazê li ser hatiye çêkirin hatiye dagirkirin. Wê mijarê tu bingehek tune, ji rastiyê dûr e. Dema ku ew parzûngeh li wê derê hat çêkirin, ew erd kiriye, ne hikûmetê daye wê û ne jî erdê xelkê dagir kiriye.”
Xoşnaw eşkere kir ku, nêzîkî 70 kesên wî gundî li wê parzûngehê hatine bicihkirin, daxwaz hebûn ku hin kesên din bên xebitandin, lê wê şîrketê bi zelalî ji xelkê re gotiye ku ji para we bi zêdehî ve ji we re hatiye kirin, em nikarin zêdetir ji we re bikin. Ango, wekî ku hin kanalên medyayê û hin kes dibêjin ku soz bi xelkê hatiye dayîn, bi tu rengan soz bi xelkê nehatiye dayîn.
Parêzgarê Hewlêrê ragihand: “67 barhilgirên wî gundî derfetên kar wergirtine û li gorî wê mekanîzma ku hatiye diyarkirina û encûmen hebû û her roj li wê derê kar kiriye, herwiha 300 karmendên din ên xelkê wî gundî jî li kargeha şîşikan dixebitin. 73 kesên xelkê Lacanê jî li Lanazê hatine bicihkirin û kar dikin.
Omêd Xoşnaw tekez kir: “Berî avakirina Parzûngeha Lanazê li wê derê bê çêkirin, hejmara malbatên wî gundî nedigihîşt 100 kesan, niha 425 malbat in. Ango, hebûna wê parzûngehê li wê derê derfetên kar afirandine. Bi vî rengî jî bûye sedem ku xelkê din jî vegere wî gundî.”
Xoşnaw li ser zirarên canî yên bûyerê jî ragihad: “Mixabin şofêrekê xelkê Kerkukê û zêrevanekê wî cihî hatine kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûne.”
Parêzgarê Hewlêrê tiliya sûcdarkirinê ji bo aliyekî siyasî dirêj kir û ragihand: “Ew kesê ku di îtîrafan de xuya dike ku teşwîqkar e, Berpirsê Komîteya YNKê ye.” Bang li Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku, helwesta xwe ron bikin ka ev siyaseta wan e an na.”
Omêd Xoşnaw di beşeke din a daxuyaniyên xwe de xizmetên ku Şîrketa Lanazê pêşkêşî wî gund kirine, wekî avakirina bingeha tenduristiyê û dibistanan û nûjenkirina wan. Herwiha her mehê 14 hezar dolar wekî alîkarî pêşkêşî sindoqa wî gundî kirine, av û elektrîk ji wan re dabîn kirine, sê holên helkeftan jî ji wan re çê kirine û xerciyên çareserkirina nexweşan li derveyî welat jî wekî Hindistan û Tirkiyeyê jê re dabîn kirine.
Herwiha got, xwenîşandan bi RPGyan nayên kirin û tiştê ku qewimî têkdan bû, heta niha 16 Kalaşnîkov û RPGyek radestî polîsan hatine kirine û komîteyek ji bo tomarkirina çekên wî gundî hatiye çêkirin.
Parêzgarê Hewlêrê dawiyê jî welatî piştrast kirin ku, rewş bi tevahî di bin kontrolê de ye û li ser kesên ku tevlî wê têkdanê bûne qanûn dê serwer be, herwiha bi tundî rexne li wê medyayê jî kir ku bi gotina wî "bi têkdanê bûn sedema tirsandina jin û zarokan û berdana wî gundî".