Rêveberiya Rojava salvegera rûxandina rejîma Esed pîroz kir û rêveberiya nû rexne kir

Dîroka Weşanê :
Rêveberiya Rojava salvegera rûxandina rejîma Esed pîroz kir û rêveberiya nû rexne kir

PeyamaKurd- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) bi boneya salvegera yekemîn a ketina rejîma Beasê (8 Kanûna 2024an) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de kiryarên ku rejîma Beasê di dema desthilata xwe ya li Sûriyeyê pêk anîne hatin bibîrxistin û hate gotin, rejîma Beasê di dirêjiya serweriya xwe ya li Sûriyeyê de siyasetên paşguhkirin û despotîzmê dimeşand, îradeya azad a gelê Sûriyeyê, bi taybetî ya welatparêzên ku daxwaza demokrasî, guherin û gavakirina welatekî pirrengî dikirin, diçewisand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku şerên bi salan ên li welat rû dan, mînaka herî berçav a hişmendiya rejîma Beasê ye û wiha pê de çû: "Rejîmê bi rêbazên herî tund bersiva daxwazên gelên Sûriyeyê yên azad û rûmetê dida. Di dirêjahiya pêvajoya serweriya rejîmê de girtin, windakirin û nîjadperstî, olperestî, jihevbirina civakê û talankirina welat serwer bûn."

Rêveberiya Xweser salvegera yekemîn rûxandina rejîma Beasê li malbatên şehîdan, hemû pêkhateyan û mezhebên li welat dijîn pîroz kir û got: "Ketina rejîma Beasê ji bo Sûriyeyan xewnek bû ku bendewariya wê dirêj kir. Bi pêkanîna vê xewnê re ev roj bû sembola serketina îradeya gelan, bû şahiyeke girseyî ku hêviyên ber bi siberojeke adilane ve îfade dike.”

Kiryarên hikûmeta pir nêzî yên rejîma Beasê ne

Di dawiyê de jî li ser rêveberiya nû ya Sûriyeyê hate gotin, “Gavên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di salekê de avêtin cewhera daxwazên Sûriyeyan, rastiya wan û hêviyên wan îfade nake. Di vê çarçoveyê de ji diyaloga nîştimanî bigire heya avakirina hikumetê û hilbijartinên vê dawiyê yên parlamentoyê nûnerên hemû beşên Sûriyeyê û pêkhateyên wê negirt nava xwe. Zêdetirî vê yekê komkujiyên li herêma peravê û Siwêydayê hatine kirin rêgezên yekitiya nîştimanî şikandin û bûn sedema parçebûna xeternak a civakê, di heman demê de gotinên nefretê, provokasyon û tundrawî pêş xistin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ên dûrxistina hêzên nîştimanî, nebûna şefafiyetê, girtina biryarên yekalî û paşguhkirina îradeya gel pir nêzî yên rejîma Beasê ne.