PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên ku gihîştine Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên îstixbarata Sipaha Pasdaran a Rejîma Îranê (IRGC) li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, peyamnêrê Awa TVyê û tîma wî binçav kirin.
Hate ragihandin kuroja Çarşemê, 3yê Kanûna Pêşîn a 2025an, rojnamevan Omer Ehmedê ku weke nasnav “Rasûka” jî tê naskirin, li gel çar wênekêş û hevkarên xwe yên medyayî hatin girtin.
Omer Ehmed xelkê navçeya Qeladizê ya Herêma Kurdistanê ye.
Hate zanîn ku tîma rojnamevaniyê ji bo şopandina roja duyemîn a “Festîvala Beyt û Heyran”ê li Serdeştê bûne û di dema karê xwe de rastî midaxeleyê hatine.
Hengawê tekez kir ku heta dema amadekirina nûçeyê, rayedarên Komara Îslamî ya Îranê derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane. Sedema girtinê û ew tohmetên ku arasteyî rojnamevanan hatine kirin, hîn ne diyar in.