Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi Ehmed Ebûl Xeyt re civiya

Dîroka Weşanê :
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi Ehmed Ebûl Xeyt re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê de bi Sekreterê Giştî yê Lîga Erebî Ehmed Ebûl Xeyt re civiya.

Serokwezîr Barzanî îro (Çarşem, 4ê Sibata 2026) li Dubaiyê, di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê de, bi Sekreterê Giştî yê Lîga Erebî Ehmed Ebûl Xeyt re civiya.

Di civînê de pêşketinên dawî û rewşa heyî ya herêmê hatin nîqaşkirin.

Lûtkeya Hikûmetên Cîhanê, bi beşdariya Mesrûr Barzanî, doh (Sêşem, 3ê Sibata 2026) li Dubaiyê dest bi xebata xwe kir.

Lûtkeya îsal wê heta 5ê Sibatê berdewam bike. Zêdetirî 6,000 nûner ji zêdetirî 150 welatan beşdar dibin, di nav wan de zêdetirî 35 serokên dewlet û hikûmetan û zêdetirî 500 wezîr hene.

Ew rastiya ku Serokwezîr Barzanî ji bo cara pêncemîn li pey hev beşdarî vê lûtkeya girîng dibe, girîngî û giraniya pozîsyona Herêma Kurdistanê li ser qada navneteweyî nîşan dide.

Biryar e îro Mesrûr Barzanî di lûtkeyê de gotarekê pêşkêş bike. Tê payîn ku Serokwezîr di axaftina xwe de vîzyona xwe ya ji bo pêşeroja rêvebirina Herêma Kurdistanê pêşkêş bike û ezmûnên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê pêşkeftina aborî de bi beşdaran re parve bike.