Têkiliyên bazirganî yên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de berfirehtir dibin

Dîroka Weşanê :
Têkiliyên bazirganî yên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de berfirehtir dibin

PeyamaKurd - Şandeyeke mezin ji Wezareta Bazirganiyê ya Almanya û nûnerên gelek şîrketên Almanî gihîştin Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyekê de ji Ofîsa Karûbarên Derve ya Herêma Kurdistanê hate destnîşankirin ku roja Sêşemê, 3ê Sibata 2026an, şandeyeke mezin ji Wezareta Bazirganiyê ya Almanya û nûnerên gelek şîrketên Almanî gihîştin Hewlêrê.

Şand li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê şêwirmend, hejmarek rêvebir û şandeyeke ji Balyozxaneya Giştî ya Almanya ve hate pêşwazîkirin.

Di dema serdanê de, şandeya karsaziya Almanî wê bi wezaretên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, partiyên siyasî, şîrket û karsazan re gelek hevdîtinan bike.

Serdana şandeya karsaziya Almanî wekî yek ji gavên ku ji bo berfirehkirina têkiliyên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên biyanî de hatine avêtin hate wesifandin.