Trump pakêta budçeyê îmze kir û girtina Hikûmetê bi dawî bû

Dîroka Weşanê :
Trump pakêta budçeyê îmze kir û girtina Hikûmetê bi dawî bû

PeyamaKurd - Girtina qismî ya hikûmetê ya çar rojî bi îmzekirina pakêta budçeyê ya ku ji hêla Kongreyê ve hatî pejirandin ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ve bi dawî bû.

Di merasîmekê de li Qesra Spî, Trump pakêta budçeyê îmze kir, ku tê de pêşnûmeyên ji bo fînansekirina Wezaretên Parastin, Veguhastin, Xanî û Pêşvebirina Bajarî, Tenduristi û Xizmetên Mirovan, Kar û Perwerdehiyê heta dawiya Îlonê û herwiha du hefte fînansekirina demkî ji bo Wezareta Ewlekariya Navxweyî hene.

Bi îmzekirina pakêta budçeyê ya Trump, girtina qismî ya hikûmetê ya çar rojî bi dawî bû.

Di axaftina xwe de, Trump diyar kir ku ew kêfxweş e ku pêşnûmeya ku wê hikûmeta federal ji nû ve veke û piraniya operasyonên ajansên federal ji bo mayîna sala darayî fînanse bike îmze bike.

Trump pêşnûmeqanûnê wekî "serkeftinek mezin ji bo gelê Amerîkî" bi nav kir û got:

"Li şûna pêşnûmeqanûnek mezin, zêde û bêserûber ku bi alîkariya komên berjewendiyên taybet tijî ye, me karî pakêtek ji hêla darayî ve berpirsiyar derbas bikin ku bi rastî lêçûnên federal ên bêserûber kêm dike di heman demê de piştgirî dide bernameyên ku ji bo ewlehî û refaha gelê Amerîkî girîng in."