%90ê fêkî û sebzeyên Hewlêrê berhemên xwemalî ne

PeyamaKurd – Dana Ezîz, midîrê bazarê fêkî û sebzeyan a Hewlêrê, ragihand ku %90ê fêkî û sebzeyên li bazara Herêma Kurdistanê berhemên xwemalî ne û ji bo başûr û navenda Iraqê jî têne hinardekirin.
Li gorî Ezîz, guherîna avhewayê bûye sedema kêmhilberîna hin fêkiyan, ku ev yek neçarî bi îtxalkirina hin berheman ji derve aniye. Lêbelê, wî tekez kir ku astengiyên hinardekirina berheman ji bo herêmên din ên Iraqê di salên dawî de kêm bûne, û niha berhemên xwemalî bi awayekî baş têne pêşwazîkirin.
Wî diyar kir ku buhayên fêkî û sebzeyan bi awayekî berçav daketiye; kîlograma firingiyan ji 200 heta 500 dînar e, û kartol ji 200 heta 250 dînar e. Herwiha, hilberîna kartolê gihîştiye 750,000 tonan, û di demeke nêzîk de, bi hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dê ji bo welatên Kendavê jî werin hinardekirin.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.




