Rejîma Îranê li girtîgeha Îsferaynê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê li girtîgeha Îsferaynê girtiyekî Kurd bi dar ve kir

PeyamaKurd – Saziya Mafên Mirov a Hengawê ragihand ku rejîma Îranê, di berdewamiya siyaseta xwe ya zext û kuştinê de, girtiyekî din ê Kurd bi dar ve kir. Duh, sibeha roja Yekşemê, 26ê Cotmehê, rejîmê xortê Kurd Elî Saidpenah li girtîgeha navendî ya Îsferaynê ya Xurasana Bakur bi dizî bi dar ve kirin.

Ev girtiyê Kurd ê ku du sal di zindanê de bû, ji aliyê dezgeha dadwerî ya rejîmê ve bi tawana "kuştina biqest" hatibû mehkûmkirin.

Hengawê her wiha bal kişand ser wê yekê ku rayedarên rejîma Îranê bi awayekî sîstematîk nûçeyên bidarvekirina Kurdan ji medya fermî vedişêrin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.