Bêdengiya hilbijartinê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir

Bêdengiya hilbijartinê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir

PeyamaKurd – Piştî maratoneke nêzîkî mehekê, bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê îro, 8ê Mijdara 2025an, di saet 07:00ê sibê de bi fermî bi dawî bû. Bi vê yekê re, qonaxa "bêdengiya hilbijartinê" dest pê kir, ku dê heta bidawîbûna pêvajoya dengdanê berdewam bike. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê hişyariyeke tund da hemû partî û berbijêran.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê, her partî an berbijêrekî ku di dema qedexeya propagandayê de (ango di rojên 8, 9, 10 û 11ê Mijdarê de) her cure çalakiyeke bangeşeyê bike, dê rûbirûyî cezayên giran ên darayî û îdarî bibe. Hat tekezkirin ku ev ceza dikarin bigihîjin asta betalkirina mafê berbijêriyê jî.

Proseya dengdanê dê di du qonaxan de birêve biçe: 

  • Dengdana Taybet: Sibê, roja Yekşemê, 9ê Mijdarê, dê ji bo hêzên ewlehiyê, karmendên nexweşxaneyan û girtiyan were lidarxistin.
  • Dengdana Giştî: Roja Sêşemê, 11ê Mijdarê, dê hemû welatiyên xwedî mafê dengdanê karibin biçin ser sindoqan.

Di van hilbijartinan de, 7,744 berbijêr ji bo bidestxistina 329 kursiyên Parlamentoya Iraqê ketine pêşbirkê, ku ev yek nîşana reqabeteke xurt di navbera hêzên siyasî de ye.

Amadekariyên li Herêma Kurdistanê

Berpirsê Hilbijartinan ê Parlamentoya Kurdistanê li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, Neberd Omer, derbarê amadekariyên li Herêma Kurdistanê de agahiyên hûrgilî par ve kirin. Li gorî daxuyaniya wî, amadekarî wiha ne:

Dengdana Giştî:

  • Hewlêr: 528 navend û 2,230 wargehên dengdanê. 
  • Silêmanî: 506 navend û 2,200 wargehên dengdanê.
  • Dihok: 278 navend û 1,396 wargehên dengdanê.
  • Bi giştî li Herêma Kurdistanê: 1,312 navendên hilbijartinê û 5,599 wargehên dengdanê hatine amadekirin.  

Dengdana Taybet:

  • Hewlêr: 79 navend û 385 wargeh.

  • Silêmanî: 82 navend û 378 wargeh.

  • Dihok: 43 navend û 195 wargeh.

  • Bi giştî li Herêma Kurdistanê: 204 navend û 958 wargeh ji bo dengdana taybet hatine veqetandin.

Bi bidawîbûna dema bangeşeyê re, niha çavê hemûyan li ser sindoqên dengdanê ye ku dê nexşeya siyasî ya Iraqê ji bo çar salên pêş diyar bike.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.