Li Rihayê xortekî di bin koma pembûyan de can da
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Akçakale xortê bi navê Nurullah Bertan (19) dema di nav romorka traktorê ya tije pembû de dixewiya, bîçera pembû dema pembû valakir romorkê, Nurullah Bertan di bin pembû de ma û jiyanxwe ji dest da.
Bûyer serê siba li gundê Yukarıderenê qewimî. Li gor ragihandinê, Bertan serê sibê di römorka traktorê de ku tê de pembû hebûye radizê û ajotvanê bîçera pembû yê bi navê Cemal Olgun (38) pembû dicivîne û dixe romorkê lê haya wî jê nîne ku Bertan di romorkê de razaye.
Pembû dikeve ser Bertan û nikara nefetê bistîne û di bin pembû de dimre. Dema tîmên tenduristiyê û cendirme diçin ciyê bûyerê dibînin ku Bertan jiyana xwe ji dest daye.
Cenazê Nurullah Bertan jibo otopsiyê dibin morgê û Cemal Ongun dixin binçav. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.