Ilham Ehmed: Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike divê Tirkiye gavên erênî bavêje

Ilham Ehmed: Ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike divê Tirkiye gavên erênî bavêje

PeyamaKurd – Seroka Daîra Pêwendiyên Derve yê Rêvevbiriya Xweser Îlham Ehmed li Qamîşlo li Zankoya Rojava, di konferansa Yekîtiya Çapemeniya Jinan ya 4an de axifî. Ehmed got ku li Sûriyê heya niha pirsgirêk çareser nebûne û balê kişand ser seredana Ahmed Şara ya Amerîkayê. Ehmed got ku pêvajoyê birine Washingtonê û di wexta Şara ji Washingtonê dagere, pêwiste diyalog dewam bike. İlham Ehmed got:

“Piştî rejîm guherî pirsgirêk çareser nebûne. Lê hêzên derve dixwazin wan bilez û di wexteka kurt de çareser bikin. Niha pêvajo diçe Washingtonê.”

Ehmed, behsa pêvajoya li Tirkiyê kir ku pêvajoya çareseriya Kurd dewam dike û li Sûriyê çawa li pêvajoya li Tirkiyê dinêrin got:

“Em dixwazin pirsgirêkên xwe bi Şamê re hel bikin. Em ji dil in. Divê Tirkiye jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê gav bavêje. Eger li Tirkiyê aştî hebe, rola Tirkiyê li ser Sûriyê gelek girîng û mezine.

Demokratîzebûn, nasîna mafên jinan û dayîna mafan Tirkiyê û Sûriyê qels nake. Bi eksa wê wan xwurt dike. Di derveyê van de, fayda tehdîdên ku bibin sedema şeran, ji kesî re tine. Em naxwazin behsa şer bikin û dixwazin aştî hebe.”

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.