Li Rihayê ji ber zarokan du malbatên cîran bi hev ketin: Kesekî can da, 3 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Rihayê, ji ber şerekî ku di navbera zarokên du malbatên cîran de derket, malbatên wan bi kêr û tivingên pompeyî êrîşî hev kirin. Di encama şerê çekdarî de, ciwanekî 28 salî yê bi navê Abdullah Seyyidoglu jiyana xwe ji dest da, bavê wî û du birayên wî jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku bûyer, duh bi şev li Taxa Eyyubiyeyê ya navenda Rihayê, li ser Cadeya Yakup Kalfa qewimî. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di destpêkê de di navbera zarokên du malbatên cîran de nîqaş derket. Piştî demeke kurt, nîqaşa zarokan mezin bû û mezinên her du malbatan jî tev li şer bûn.
Şerê ku di destpêkê de bi devkî bû, di demeke kurt de veguherî şerekî çekdarî û tê de kêr û tivingên pompeyî hatin bikaranîn. Di encama êrîşê de, Abdullah Seyyidoglu (28), bavê wî Zekî Seyyidoglu û birayên wî Îbrahîm û Muhammed Şamîl Seyyidoglu ji cihên cuda yên laşê xwe birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê, hejmareke zêde ya tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr. Tevî hemû hewldanên bijîşkan, Abdullah Seyyidoglu yê ku bi giranî birîndar bûbû, nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku dermankirina bav û her du birayên wî li nexweşxaneyê berdewam dike.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.