Banga parlamenterê AK Partiyê: Werin em dayikan li Diyarbekirê bînin cem hev

PeyamaKurd – Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Salim Ensarioglu, bi wesîleya Roja Dayikan, bangeke girîng a ji bo aştiyê kir.
Wî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku di vê dema dîrokî de, Roja Dayikan xwedî wateyeke taybet e.
Ensarioğlu got,
“Em li ber deriyê aştiyekê ne ku bi dehan salan e tê xwestin. Dayikên me di vê rêyê de bedela herî giran dane. Ez bawer im ku dilê dayikan dê dawî li şerê 40 salî bîne.”
Wî pêşniyar kir ku bi civandina Dayikên Diyarbekirê, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û dayikên leşker/polîsan li Diyarbekirê, aştiyê wê bi awayekî xurt temam bibe.”
Ensarioğlu, Roja Dayikan li hemû dayikan, bi taybetî li yên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, pîroz kir.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.




