Bokan / Rejîma Îranê ji ber cilûbergên Kurdî 2 bira desteser kir

Bokan / Rejîma Îranê ji ber cilûbergên Kurdî 2 bira desteser kir

PeyamaKurd – Li gorî raporeke Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, duh, roja Yekşemê, 4ê Gulana 2025an, saet di 9ê sibehê de, hêzên Daîreya Îstîxbaratê ya rejîma Îranê li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 birayên ji gundê Gogtepeyê, yên bi navê Mûsa Yadiyar (26) û Hemze Yadiyar (25) desteser kir û ew birin cihekî nenas.

Kesekî nêzî malbata Yadiyar ragihand ku hêzên îstîxbaratê her du bira li dikana ku Mûsa lê dixebitî, bi êşkenceyê desteser kir.

Hat ragihandin ku ji ber ku  her du birayan li Bokanê di daweta hevalekî xwe de şal û şapikên Kurdî yên ji rengê “xakî” li xwe kiriye û kefiya belek a Kurdî di xwe werkirine, hatine desteserkirin.

Piştî desteserkirina wan, hêzên îstîxbarata rejîmê bi ser mala dê û bavê wan de girtiye û hundirê malê saxtî kirine û êşkenceya psîkolojîk li endamên din ên malbatê kirine.

Hengawê tekez kir ku heta niha jî nayê zanîn bê ka her du bira li kû tên ragirtin û hewldanên malbatê yên ji bo dîtina wan jî bi ser neketine.

 

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.