Rejîma Îranê di meha Nîsanê de 122 kes bi dar ve kirin: 29 Kurd in

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rejîma Îranê di meha Nîsana 2025an de 122 girtî bi dar vekir, ji wan 29 kes Kurd in.
Li gorî rapora Saziya Mafê Mirov a Hengawê, di meha Nîsana 2025an de, rejîma Îranê herî kêm 122 girtî di girtîgehên xwe de bi dar ve kiriye, ku di nav wan de 29 girtî Kurd in.
Ev hejmar li gorî Nîsana 2024an (77 bidarvekirin) % 59 zêdebûnê nîşan dide.
Nasnameya 118 girtiyan eşkere bûye, lê 4 doz hêj di bin lêkolînê de ne.
Di nav van kesan de ku hatine bidarvekirin, 5 aktivîstên olî (Ebdulrehman Gorgîç, Ebdulhekîm Ezîm Gorgîç, Tac Mihemed Xurmalî, Ferhad Şakirî, Malik Elî Fedeyî) û 3 aktivîstên siyasî (Hemîd Huseyînnejad Heyderanlû, Rostem Zeynedîn, Mohsen Langarşîn) hene.
Her weha, 4 jin li Meşhed û Îsfahanê hatine bidarvekirin; 3 ji wan bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir û jinek jî bi tohmeta kuştinê hatiye bidarvekirin.
Ji 122 girtiyan, % 47.5 (58 kes) bi “tohmeta madeyên hişber”, 47 kes bi “tohmeta kuştina biqest” û yên din jî ji ber tawanên wekî çalakiyên olî, siyasî, destdirêjî û diziya çekdarî hatine bidarvekirin.
Hengaw diyar dike ku herî zêde bidarvekirin li Xorasana Rezewî (21 kes) û Elborzê (20 kes) hatine kirin.
Bi tenê bidarvekirina 3 girtiyan ji aliyê çavkaniyên fermî yên Îranê ve hatine ragihandin. 7 girtî bi dizî, bêyî agahdariya malbatan û mafê serdana dawî, hatine bidarvekirin.
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.




