Bîst û sê welatiyên din ên Herêma Kurdistanê li Lîbyayê hatin dîtin!

Bîst û sê welatiyên din ên Herêma Kurdistanê li Lîbyayê hatin dîtin!

PeyamaKurd - Ehmed Sehaf, Koordînatorê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê, ragihand ku 23 koçberên din ên Kurd ên ku bi neqanûnî li Lîbyayê ketine welêt hatine naskirin û prosedurên vegerandina wan hatine destpêkirin.

Sehaf di daxuyaniyekê de got, "Bi hevrêziya rayedarên Lîbyayê, me dest bi avêtina hemî gavên pêwîst kiriye da ku nasnameyên koçberan piştrast bikin û vegera wan a Iraqê hêsan bikin."

Koordînator herwiha got ku bi malbatên koçberan re rasterast têkilî hatiye danîn û li ser ewlehiya wan hatiye agahdarkirin.

Sehaf got ku her 23 kesên ku hatine naskirin welatiyên Herêma Kurdistanê ne û hin ji wan ciwanên di bin 18 salî de ne.

Sehaf got, "Şebên qaçaxçît û bazirganiya mirovan bi jiyana ciwanên me dilîzin," û ji bo pêşîgirtina li trajediyên weha hişyarî da.

Balyozxaneya Iraqê li Trablusê berê prosedurên vegerandina 41 koçberan temam kiribû û bilêtên balafirê yên vegerandina wan misoger kiribû.

Herwiha, di 12ê Cotmeha 2025an de 12 welatiyên Herêma Kurdistanê li Lîbyayê hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, piraniya koçberan plan dikirin ku bi rêya deryayê ji Lîbyayê derbasî welatên Ewropayê bibin.

Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.