Di meşa ‘ji bo Öcalan azadî’ ya Amedê de 6 kesan şandin zîndanê

Di meşa ‘ji bo Öcalan azadî’ ya Amedê de 6 kesan şandin zîndanê

PeyamaKurd – Navenda Ciwanan ya DEM Partiyê di 18ê Cotmehê de li bajarê Amedê meşekî bi navê ‘Ji bo Öcalan Azadî’ kir û polîs 6 kesên xistibû binçav, paşî li asayîşê îfadên wan sitend, wan bir dadgehê û dadgehê wan şand zîndanê ku yek ji wan zarok e.

Tewana ku li zîndaniyan dikin; ‘berxwedana li hemberê polîs, propoganda rêxistina terorê, meşa bêqanûnî û birîndarkirin’ e.

Li ser mijarê berdevkê AKPê Ömer Çelik di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku van kesan pêvajoyê sabote dikin û herkesekî pêvajoyê sabote bike wê bersiva xwe ya qanûnî bibîne. Wê kes nikaribe zerarê bide pêvajoya aştiyê.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.