Macron: Lihevkirina HSDê û Şamê gelekî girîng e

Macron: Lihevkirina HSDê û Şamê gelekî girîng e

PeyamaKurd- Serokomarê Feransayê Emmanuel Macron, li ser danûstandinên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê peyam da.

Macron nerîna xwe anî ziman û diyar kir ku lihevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Şamê gelekî girîng e.

Emmanuel Macron got ku li Sûriyê lihevkirina HSDê û Hikûmeta Veguhêz ji bo yekîtiya Sûriyê gaveke girîng e.

Macron diyar kir ku divê Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera rêzê li hemû pêkhateyên civaka sivîl a Sûriyê bigire û hewl bide bi hemû aliyan re gotûbêjan bike.

Macron destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî komên terorîst de xwedî roleke gelekî girîng e û girîng e ku ew rêkeftin hebe da ku yekîtiya welat bihêztir bibe.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.