Şêwirmendê Ehmed Şera serdana Efrînê kir
PeyamaKurd- Şêwirmendê Karûbarên Medyayê yê Serokê Sûriyeyê, Ehmed Zêdan serdana Efrîn a Rojavayê Kurdistanê kir û ew ji bo guh bide daxwaz û giliyên xelkê çûye Efrînê.
Ehmed Zêdan, doh 23ê Cotmehê li Efrînê li gel xelk û berpirsên herêmê civiya.
Ehmed Zêdan li ser serdana xwe ragihand: "Rênimayên Serok Ehmed Şera zelal bûn ku em serdana xelkê xwe li Efrînê bikin û li gel wan bicivin." û da zanîn ku armanca serdanê hevdîtina bi berpirs û xelkê Efrînê re bû "da ku em guh bidin şîret, gilî, rexne û rênimayên wan ji bo başkirina rewşê li Efrînê û li Sûriyeyê bi giştî."
Zêdan tekez kir, "ezmûna herî mezin" a li pêşiya Sûriyan niha, "bihêzkirina yekîtiya civakî" ye û got: "Pêwîst e em wek Sûriyeyî hest bikin ku berpirsiyariya her kesî ji me, çi Efrînî, Ezazî, Idlibî, Helebî yan Şamî be, ew e ku vê dewleta nû ya ku piştî 63 salan ji êş û azarê ava bûye, xurt û çespandî bikin."
Şêwirmendê Serokê Sûriyê diyar kir, ew wek dewlet li hember hemû herêmên Sûriyeyê di heman nêzîkahiyê de ne û got: "Em bêyî ku li paşxaneya wan a etnîkî yan taîfî binêrin, nêzîkî wan dibin. Sûriye ew e ku me li hev dicivîne û berjewendiya Sûriyeyê me hemûyan digihîne hev."
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.