DEDAŞê elektrîka sê şaredariyên AK Partiyê yên li Batmanê birî

DEDAŞê elektrîka sê şaredariyên AK Partiyê yên li Batmanê birî

PeyamaKurd – Şirketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji ber deynên kevin ên fatûreyan, elektrîka şaredariyên navçeyên Sason, Qubînê û ya bajarokê Bekiran yên Batmanê qut kir. Ev biryar bû sedem ku li van deveran pirsgirêka avê derkeve holê.

Şaredarên her du navçeyan diyar kirin ku deyn ji serdemên berê mane û wan fatûreyên serdema xwe didin. Şaredarê Sasonê Veysî Işik, amaje bi deynekî 60 milyon TLyî kir, Şaredarê Qubînê Alparslan Karabulut jî behsa deynekî 126 milyon TLyî yê serdema borî kir. Karabulut, biryara DEDAŞê di dema vebûna dibistanan de rexne kir û da zanîn ku pêşniyara wan a dayîna deyn a bi enerjiya rojê jî nehatiye qebûlkirin.

Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.