Stenbol | Şaredarê Bayrampaşayê yê CHPyî hat binçavkirin

Stenbol | Şaredarê Bayrampaşayê yê CHPyî hat binçavkirin

PeyamaKurd – Di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de ya ku li dijî Şaredariya Bayrampaşa ya Stenbolê, ku di bin kontrola CHPê de ye, hat destpêkirin, ji bo 48 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Di nav wan kesan de ku biryara binçavkirina wan heye, Şaredarê Bayrampaşayê Hasan Mutlu jî heye.

Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve bi îdiayên wekî "dizî", "desteserkirina pereyan", "dayîn û standina bertîlê" û "sextekarî di îhaleyan de" tê meşandin.

Tîmên Midîriyeta Polîsan a Stenbolê serê sibê bi awayekî hevdem operasyon li dar xistin û Şaredar Hasan Mutlu, 5 alîkarên wî û 5 endamên meclîsa şaredariyê binçav kirin. Hat ragihandin ku lêgerîn li 72 navnîşanên cuda, ku avahiya şaredariyê û mal û kargehên gumanbaran jî di nav de ne, berdewam dike.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.