Li Mahabadê otobusa ku tîma karate hildigirt wergeriya: 20 kes birîndar bûn

Li Mahabadê otobusa ku tîma karate hildigirt wergeriya: 20 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li Mahabadê li ser rêya navbera Miandoab-Mahabadê otobusa ku tîma spora kareteyê hildigirt wergeriya û di encamê de 20 kes birîndar bûn.

Qeza, siba îro seet di 09.00an de qewimî. Mihemed Îbrahîmî yê ji Mahabadê ji bo Rûdawê ragihandiye ku otobus tîma kareteyê ji bajarê Kerec (Nêzî Tehranê) ji pêşbirkekî dianî û di rêya dagerê de qeza kirine. Li ser bûyerê rêvebirê Heyva Sor yê Ormiyê Hamid Mahbubi gotiye:

“Di navbera Miandoab-Mahabadê de, otobus wergeriya û di encamê de 20 kes birîndar bûn. Ji wan birîndaran 9 kes li ciyê qezayê hatin dermankirin û çûn lê 11 kesên din yên birîndar, wan şandine nexweşxanê.”

Li gor Tib a Edlî ya Îranê; ji 21 ê Adara 2024an heya 21ê Adara 2025an li seranserê Îranê di qezayan de 20.045 kes can dane.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.