Di betlaneya cejnê de 32 hezar kes di deriyê Başûr-Rojhilat de derbas bûn

PeyamaKurd- Di nav 5 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de, zêdetirî 32 hezar kes bi rêya Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê rêwîtî kir ku ew derî di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de ye.
Sê deriyên navneteweyî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de hene; Hacî Omeran li parêzgeha Hewlêrê û Başmax û Perwîzxan li parêzgeha Silêmaniyê ne.
Rêveberê Îqame û Pasaportan li Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê Salar Tahsîn got, "Di roja Erefatê û her çar rojên Cejna Qurbanê de, 21 hezar kes di deriyê Hacî Omeranê re derbasî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûne. 11 hezar kes jî ji wî alî hatine bajarên Herêma Kurdistanê; bi tevahî di pênc rojên borî de, zêdetirî 32 hezar kesan di vî derî re derbas bûne."
Salar Tehsîn li ser hejmara geştiyarên îsal de jî diyar kir, "Ji 01.01.2025ê heta îro, Sêşem, 10.06.2025, zêdetirî 310 hezar kes ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rêya deriyê Hacî Omeranê derbasî Herêma Kurdistanê bûne û zêdetirî 316 hezar kes jî ji vî alî derbasî wî welatî bûne, bi vî awayî hejmara giştî ya geştiyaran ji çûn û hatinê dibe zêdetirî 626 hezar geştiyaran."
Herwiha Salar Tehsîn eşkere kir, "Par zêdetirî yek milyon û 265 hezar geştyaran bi rêya deriyê Hacî Omeranê geşt kirine. Hejmara geştyarên ku bi rêya wî derî geştan dikin sal bi sal zêde dibe; ev jî ji ber çend sedeman e wekî nemana vîzeyan di navbera Iraq û Îranê de û herwesa hêsankarî ji bo geştyaran ji aliyê pişkinînên pasport û belgenameyan ve û zêdebûna komên geştyarî.”
Salar Tehsîn got, "Di dema 10 deqîqeyan de, hemî karûbarên geştyaran tên temamkirin."
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




