Kerkûk | Di qezayeke trafîkê de 4 kesan can da

PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ji rêveberiya trafîkê ya Kerkûkê, îro danê sibê li navenda bajêr di encama qezayeke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 3 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku bûyer li nêzî bazara bajêr qewimiye, ku tê de otomobîleke cûreya Opel ji ber ku şofêrê wê kontrola xwe winda kiriye, li kamyonekê qelibiye. Hat ragihandin ku her 4 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest dane.
Tîmên tenduristiyê û polîsên trafîkê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndarên ku rewşa wan giran e bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Ji bo eşkerekirina sedemên rastîn ên qezayê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Ev nivîs 92 car hatiye xwendin.




